Li gorî raporta Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul-Beytê (S.X)- ABNA -Teqîneke xurt herêmên Kefriya û El-Fu’a yên li gundewarên bakurê Idlibê hejand. Ev teqîn hevwext bû bi firîna balafirên sîxurî yên ku tê îdiakirin girêdayî hevalbendiya (koalîsyona) Amerîkayê ne.
Ev teqîna ku doh rû da, bû sedema tirs û xofeke mezin di nava gelê Sûriyeyê de.
Her wiha, beriya niha di dema serdana Serokkomarê Fransayê ya li Şamê de jî, du teqîn li nêzî cihê mayîna wî pêk hatibûn.
Hêjayî gotinê ye ku ji dema derketina rêjîma Colanî li ser Sûriyeyê ve, ev welat hîn rûyê aramî û îstiqrarê nedîtiye û şerên navxweyî û teqînên curbecur hîn jî berdewam in.
Dawiya peyamê/
Your Comment